Elif Orhan
25 Nîsan 2019•Rojanekirin: 26 Nîsan 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Ez hêvî dikim ku Çanakkale şûna ku êşên hevpar bikin amûrê dijminahiyên nû bibe amûrê dostanî, hezkirin û aştiyê ji bo hemû civakan bibe mînak. Em bi minasebeta Roja Anzakan bi saya mêvanên me yên li welatê me ji bo hemû cîhanê bangên xwe yên aştiyê dubare dikin."
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan bi minasebeta Roja Anzakan peyamek weşand.
Serokomar Erdogan diyar kir ku di 104emîn salvegera Şerên Bejayê yên Çanakkaleyê da bi rehmet bi sed hezaran esker, şehîd û xaziyên ku di van axan da welat û şerefa xwe parastin bi bîr tîne û nirxandina "Em îro hemû eskerên ji her neteweyê yên ku di Şerên Çanakkaleyê da can dan bi bîr tînin. Ez hêvî dikim ku Çanakkale şûna ku êşên hevpar bikin amûrê dijminahiyên nû bibe amûrê dostanî, hezkirin û aştiyê ji bo hemû civakan bibe mînak. Em bi minasebeta Roja Anzakan bi saya mêvanên me yên li welatê me ji bo hemû cîhanê bangên xwe yên aştiyê dubare dikin
Serokomar Erdogan di peyama xwe da ev gotin:
"Em hemû bi hev ra li peyama Xazî Mustafa Kemal Ataturkê damezrînerê komara me ji dayikên ku ji welatên dûr ewladên xwe şandin herbê ya wekî 'Ewladên me di hembêza me da di nav aramiyê da ne. Wan piştî ku li ser vê axê can dan êdî bûn ewladên me'. xwedî derdikevin. Di vê mijarê da peywira ku dikeve ser milê nifşên nû ew e ku li peyama dostaniyê ya ku li Çanakkaleyê bi xwîn, can, xîretç li ser vê axê, behrê, kevirê hatiye nivisîn xwedî derkevin. Ji bo ku şerên nû dernekevin, nifşên bê di cîhaneke mişt aşitî da bijîn berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me hemûyan. Ez car din qehremanên Çanakkaleyê bi rêzdarî bi bîr tînim û welatî û mêvanên li welatê me ji dil û can silav dikim."