Türkan Tosun
08 Sibat 2021•Rojanekirin: 09 Sibat 2021
Mehkemeya Cezayê ya Giran a 14emîn ya Stenbolê der barê Enîs Berberoglu da biryar da ku ew ji nû va bê darizandin û înfaza wî bê rawestandin.
Lijneya Giştî ya Mehkemeya Qanûna Bingehîn (AYM) cara duyem biryar da ku der barê Enîs Berberoglu da heqê wî hatiye binpêkirin û divê binpêkirina mafên wî ji holê rabe û ew ji nû va bê darizandin.
AYMyê dosye şand Mehkemeya Cezayê ya Giran a 14emîn ya Stenbolê.
Mehkemeya Cezayê ya Giran a 14emîn ya Stenbolê der barê Berberoglu da biryar da ku ew ji nû va bê darizandin û înfaza wî bê rawestandin.
Mehkemeyê got ji ber ku dema ew hat darizandin ew parlamenter bû ji bo parezbendiya wî ya parlamenteriyê bê betalkirin bila nivîsek ji Wezareta Edaletê ra bê nivîsandin û der barê wî da fezleke bê amadekirin.
Mehkemeyê got heta parezbendiya qanûndanînê bê rakirin, darizandina wî wê bê rawestandin.
Ji bo agahî bidin Serokatiya TBMMyê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê mehkemeyê biryar da ku vê encamê bişînin van deran.