Sefa Mutlu
08 Gulan 2022•Rojanekirin: 09 Gulan 2022
Emîne Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber Roja Dayikan peyamek weşand.
Erdoganê di peyama ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand da wiha got: "Yê ku barê dinyayê li ser stûyê xwe dikşîne, ewladê xwe di dilê xwe da vedişêre dayik e. Dilê dayikê wisa bêdawî ye, wisa xurt e ku dikare her cure nehezkirinê bi merhemetê va têk bibe. Ez hemû jinên hesta dayikê ji dil hîs dikin, dinyayê bi şewqetê va hembêz dikin ji dil silav dikim."
Emîne Erdoganê wiha dewam kir: "Bi wesîleya vê rojê ez hemû dayikên me yên şehîdan, yên bi êşa ewlad tên îmtihankirin bi minetê bi bîr tînim. Ez ji dil dixwazim hesreta dayikên Diyarbekirê di demeke kin da biqede. Ez spasiya xwe ji dayikên ku zarokên hewcedar ra dibin hêlîn dikim."