24 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2019
Li Wanê di çarçoveya xebata Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê da du terorîstên ku yek jê di kategoriya gewr da ye, bi navçîtiya malbatên wan xwe radest kirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê bi malbatên terorîstên PKKyî ra hevdîtin kir ku zarokên wan xwe radest bikin.
Di vê çarçoveyê da du terorîstên ku yek jê di kategoriya gewr da ye, xwe radestî cendirmeyê kirin.
Terorîst li Deriyê Sînor ê Sîlopiya Şirnexê hatin wergirtin û ji bo Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Wanê hatin veguhestin.