Encama doza rojnamevana hollandayî Frederîke Hanneke Geerdînk a ku bi hinceta propagandaya PKKê dike hatibû vekirin, diyar bû. Dadgehê biryara beraatê da rojnamevan Geerdînkê.
Bersûc Geerdînk û parêzerên wê li Dadgeha Cezaya Giran a 6emîn a Diyarbekirê di danîşîna dozê de amade bûn.
Dozgerê Komarê dosya pêşkêşî dadgehê kir. Di vê dosyayê de hat gotin ku tu rêç nehatiye dîtin ku bersûcê amblem, wêne an jî sembolên rêxistina PKKyê li cihekî ve daliqandiye, an jî cil û bergên ji van yek li ser in li xwe kiriye. Car din hat gotin ku ji ber vê divê di dozê de biryara beraetê bê dayîn.
Dadgehê bi piraniya dengan ve biryar da ku bersûc Frederîke Hanneke Geerdînk serbest bê berdan.
Piştî biryara beraetê Geerdînkê daxuyanî da rojnamevanan û got ku ew ji ber vê biryarê kêfxweş e.
Geerdînk wiha axivî: "Ez niha baştir im. Ev biryar biryareke baş e, lê divê ev doz nehata vekirin. Ez ê niha dewam bikim û bixebitim. Vê dozê di hişê min de pir cih girt, lê ez niha serbest im û dema min heye ku ez bixebitim. Ji ber vê ez pir kêfxweş im."