VAN
Xebatên ku ji bo 10 memûrên mihefezaya gumrikê û ajokarê serwêsê yên li Deriyê Sînor ê Qapîkoyê ya li Saraya navçeya Wanê dest pê kiribûn, dewam dikin.
Di daxuyaniya walîtiya Wanê da hat diyarkirin ku minîbêsa ku ajokar û 10 memûrên mihefezaya gumrikê tê da bûn duh êvarê piştî kar ji bo ku here navenda bajêr derkete rê lê belê hetanî nika tu carî ji wan xeberek nehat hildan.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Xebatkarên ku bi wesayîtên xwe va derketin rê demekê mêze dikin ku serwês li pey wan nayê, têlefon dikin lê xwe bi wan ra nagihînin û li ser vê yekê haya cendirmeyan pê dixin. Hêzên me yên ewlekariyê di saet 18.30yê roja ku xeber hildan da dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin.
Bi şev hetanî destê sibê li memûran geriyan lê belê ji wan tu xeberek nehat hildan. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê bênavber dewam dikin."