ANKARA
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş: "Kesên di koma merivên aqilmend de dikarin di koma çareseriyê de cî bigirin, lê tenê ew bin kêmasî çêdibe. Merivên ku di koma merivên aqilmend de cî negirtine û dikarin di koma şopandina çareseriyê de cî bigirin hene."
Demirtaş di bêhnvedana civîna MYKyê ya ku parlementerên HDPyê jî beşdar bûn de pirsên rojnamevanan bersivand.
Demirtaş li ser pirsa "Piştî hevdîtina bi Wezîrê Dadê re wê der barê rewşa girtiyên nexweş de guherînek bibe, gelo agahî heye yan na?" wiha got: "Wezîrê Dadê û Serokwezîr jî di vê mijarê de gotin ku hêsan e ku gav bên avêtin. Lewra ev mijareke însanî ye. Em tenê qala girtiyên kurd nakin. Mijara mizakere û bazarê jî nîne. Ji bo ku gav bên avêtin hevalên me bi Wezîrê Dadê re di nav pêwendiyan de ne."
Demirtaş li ser pirsa "Ji bo çûyîna giravê nexşerêyek heye yan na?" wiha got: "Na, hê der barê dîrokê de tiştek ji me re negotine."
Demirtaş li ser pirsa "Helwesta we ya ji bo ku merivên koma merivên aqilmend tevlî koma şopandina çareseriyê bibe, çi ye? Navên ku we pêşniyaz kirine kî ne?" wiha axivî: "Kesên di koma merivên aqilmend de dikarin di koma çareseriyê de cî bigirin, lê tenê ew bin kêmasî çêdibe. Merivên ku di koma merivên aqilmend de cî negirtine û dikarin di koma şopandina çareseriyê de cî bigirin hene. Divê ew jî beşdar bibin. Wek mayîn heger hikûmet lîsteyê amade bike û deyne ber me nabe. Divê di raya giştî de were nîqaşkirin. Divê serokwezîr jî di van mijaran de şefaf be. Em jî hewl didin ku şefaf tevbigerin. Heger Lijneya Şopandinê were avakirin divê serokwezîr biçe serdana hemû partiyên siyasî. Fikra rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên meslekan hîn bibe û bangî wan bike."
Demirtaş li ser pirsa "CHPyê got ku em di lijneyeke wiha de cî nagirin, hûn çawa dinirxînin?" de wiha got: "Kiliçdaroglu got ku em di lijneya parlementeran de cî nagirin. Fikra wan a der heqê Lijneya Şopandinê de çi ye, nizanim. Heger kesên nêzî CHPyê di vê lijneyê de cî bigirin dê baş bibe. Helbet biryar ya wan e."
Demirtaş li ser pirsa "Pêşniyara we ya ji bo mehkûmên ku di sekreteriyayê de cî bigin hat qebûlkirin an na?" wiha got: "Ji me re gotin ku pirsgirêk tuneye, lê guherandin çêbin an na ez nizanim."
Demirtaş got ku ji bo ewlehiyê rast nîne ku navên mehkûman were eşkerekirin.