VAN
Li Wanê Emîne Ertena 18 salî bi ku gurçika bapîrê xwe Findî Bayir ve sax bû. Midûrê Navênda Neqla Fakulteya Tip a YYÛyê Doç. Dr. Ozgur Kemîk û tîma wî piştî biryara bapîr Bayir, dest bi amadehiyan kir. Doç. Dr. Ozgur Kemîk û tîma wî bi operasyonekê gurçika kalikê neqlî Ertenê kir. Doç. Dr. Ozgur Kemîk daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got rewşa tenduristiya bapîr û neviya wî baş e. Kemîk got ku emeliyata wan bi serkeftî borî û wiha dewam kir: "Rewşa her du nexweşên me jî baş e û em dikarin wan tebûrcu bikin. Lê ji bo nexweşên din bibe moral, em niha wan naşînin."