Waliyê Wanê Aydin Nezîh Dogan der barê erdhejzedeyên ku di konteyneran de dijîn wiha got: "Gotinên birêz Feyzîoglu yên der barê kesên ku di konteyneran de dijîn ne rast in. Mixabin em xemgîn bûn."
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bertek nîşanî gotinên Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (YBT) Metîn Feyzîoglû yên ku di merasima 146emîn a salvegera Şûraya Dewletê de der barê Wanê de got da û Erdogan got ku "Tiştên ku tu der barê Wanê de dibêjî tev derew in."
Waliyê Wanê Aydin Nezîh Dogan jî der barê erdhejê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Dogan destnîşan kir ku piştî erdhejê li Wanê li 30 cihan 30 hezar konteynerbajar hatin avakirin û 175 hezar kes jî heta ku avahî çêbin di konteyneran de man.
Dogan destnîşan kir ku niha 44 malbat di konteyneran de dimînin û pêşniyara ku kiriya wan ji aliyê weqfê ve were dayîn red dikin.
Dogan diyar kir ku ev malbat ne xwedî heq in û daxwaza heq dikin û wiha axivî: "Gotinên birêz Feyzîoglu yên der barê kesên ku di konteyneran de dijîn ne rast in. Mixabin em xemgîn bûn. Daxwaza 44 malbatên ku di konteyneran de dijîn ne ji hêla hiqûqa me ve û ne jî ji hêla hiqûqa navneteweyî ve tê qebûlkirin."