Halil İbrahim Sincar
23 Nîsan 2023•Rojanekirin: 29 Nîsan 2023
Mêrdîna ku bi mekanên xwe yên dîrokî bajarekî qedîm e di betlaneya Eyda Rermezanê û betlaneya navîn ya dibistanan da ji geştiyaran xalî nebû.
Eleqeya geştiyaran ya ji bo Mêrdîna ku bi mizgeft, medrese, dêr, kuçe û kolan û xaniyên dîrokî navdar e her diçe zêde dibe.
Li bajarê ku qederê 60 otêlên ku nêzikî 12 hezar û 500 nivînên wan hene kar dikin, kuçe û kolanên dîrokî, Kolana Komarê, Muzeya Mêrdînê, Medreseya Qasimiyeyê û Perestgeha Deyrulzaferanê di Eyda Remezanê da ji ber geştiyaran qelebalix bûn.