ANKARA
Cîgirserokên Koma Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder piştî serdana Abdullah Ocalan a Girava Îmraliyê ragihandin ku peyama Ocalan anîn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Yekeya Çapemeniyê ya BDPê hat dayîn, Ocalan di daxuyaniya xwe de sersala nû pîroz kir û got ez hêvîdar im ku sala nû dê bibe sala aştî, demokrasî û azadiyê.
Ocalan der barê her sê jinên PKKî yên ku li paytexta Parîsa Fransayê hatin kuştin got: "Armanca vê qetlîamê bi seranser derbeyeke li hemberî pêvajoyê ye. Li hemberî vê qetlê bersiva me ya herî baş ew e ku em li hemberî hemû astengiyan hewildana aştiya mayînde û çareseriya demokratîk biryardar bibin û vê pêngavê bi serkeftî biqedînin."
Ocalan diyar kir ku ew dixwaze der barê rewşa pêvajoyê de agahiyan bide û wiha dewam kir:
"Ger ku şer dojeh be aşitî jî bihuşt e. Me piyekî xwe ji dojehê derxist lê ji ber ku astengiyê derdixin pêşiya me, piyê me yê din li arafê ye. Em di arafê de sekinîne. Hewl tê dayîn ku pêvajoya aştiyê li gor armanca xwe bidome. Vîna me ya aştiyê li hemberî hemû astengiyan wek roja ewil biryardar e. Lêbelê bila ev jî bê zanîn ku meriv heta hetayê nikare di arafê de bisekine. Ji bo ku em welatê xwe û herêma xwe demeke kurt de ji vê halê dojehiyê xilas bikin, divê her kes bi lez û bezî û biryardarî tevbigere.
Rûdanên vê dawiyê jî dide nîşan ku divê pêvajo xurttir bibe. Ger ku welatekî demokratîk saz nebe, hem dijminên hundir, hem dijminên derve dê komployên xwe bidomînin. Li ser vê van axan her du sedsalên dawiyê hewildana derbeyan heye. Ev pêngava me li hemberî derbeyê ye û armanca vê pêngavê civakeke demokratîk e.
Ocalan diyar kir ku "Kesên ku dixwazin bi derbeyan vî welatî tar û mar bikin, bila bizanibin ku em ê piştgiriyê nedin wan" û ji bo ku em vî agirê derbeyan vemirînin divê em aştiyeke demokratîk saz bikin.
Ocalan got ez silavê li bîranîna Hrant Dînk dikim û ez dixwazim ku di salvegera Dînk de bi nameyekê bangî ermeniyan bikim.