BURSA
Fatma Ocalana xwîşka Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina kekê xwe çûbû Girava Îmraliyê û ji wir vegeriya Gemlikê.
Fatma Ocalan û keça wê Dîlek Ocalan û meriva Cûmalî Karsû, Pervîn Odûncû ber destê sibehê çûbûn Girava Îmraliyê. Ocalan û Odûncû piştî hevdîtinê vegeriyan navçeyê.
Fatma Ocalanê piştî vegerê tu tiştek negot û bi hevalên xwe re ji navçeyê çû.