20 Nîsan 2016•Rojanekirin: 21 Nîsan 2016
ANKARA
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê terorîstekî ku bi 18 terorîstên hatin kuştin ve hat girtin got rêxistina terorê PKKê gef li wî xwariye û gotine ew ê zarokên wî bikujin. Terorîst got ku ji ber gefxwarinê ew beşdarî PKKê bûye û ji ber vê jî poşman e.
Teorîstê ku karê wî hostetiya seramîkê ye wiha got: "Heke ez zarokên xwe xwedî dernekevim wê kî xwedî derkeve? Ji ber wê bi zorê ez li vir girtim ku min bidin xebitandin. Armanc ew bû ku dewleta Kurdistanê bê avakirin, rêxistin bê avakirin. Gotin ew ê xweserîbûnê îlan bikin."
Der barê xebatên ku kiriye de jî terorîst wiha axivî: "Min barîkat çêdikirin, hendek dikola. Armanca wan ew e ku artêşa tirkan ji vir derxin. Ez ji vir bangî hemû gelê me dikim, tu caran nebin mexdûrê terorê. Werin bikevin hembêza artêşa tirkan. Tu caran xetayan nekin. Min xetayek kir û ez pir poşman im. Hûn jî xetayan nekin, bila tu kes we nexapîne, dewletê bawer bikin, ji dewletê dûr nekevin."