Pisporên TUBÎTAKê der barê dengê ku dihat îdiakirin aîdê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan e de rapora xwe amade kirin û ji serdozgeriyê re şandin.
Di dema operasyonên 17ê kanûnê de li ser înternetê deng hatin weşandin û dihat îdiakirin ku ew dengê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan e. Li ser van îdiayan jêpirsînê destpêkiribû. Di vê çarçoveyê de pisporên TUBÎTAKê der barê mijarê de rapor amadekirin û ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re şandin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ew deng montaj e.
Dozgerê Komarê Dûrak Can di çarçoveya jêpirsînê de ji TUBÎTAKê dengê ku digotin aîdê Serokwezîr e rapora pisporan xwest.
Pisporên TUBÎTAKê jî der heqê axaftina ku dihat îdiakirin di navbera Serokwezîr û kurê wî Bîlal Erdogan de derbas bûye de rapor amade kirin û ji Dozgerê Komarê Çetîn re şandin.
Di raporê de hat gotin ku li gor lêkolînan ew deng montaj in.