Haydar Şahin
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 30 Hezîran 2017
CRANS-MONTANA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bo Konferansa Qibrisê ya ku li Crans-Montanaya bajarê Swîsreyê dewam dike got, "Ev konferansa fînalê ye. Konferansa dawîn e."
Wezîr Çavuşoglu li otêla ku lê dimîne pirsên rojnamevanan ên der barê Konferansa Qibrisê ya ku li Crans-Montanaya bajarê Swîsreyê dewam dike da bersivand.
Çavuşoglu der barê konferansê da agahî da û got, "Ev konferans li gor me konferanseke nihaî ye. Mitabaqatek çareseriyek hebe ew ê bibe, tunebe jî êdî hewce nake ku vê mijarê zêde dirêj bikin. Em di serî da vê dibêjin. Neteweyên Yekbûyî (NY) vê dibêje, Hikûmet û Serokomar Akincî jî vê dibêjin. Ji ber vê em bi vê nêrînê hatin Crans-Montanayê."
Çavuşoglu bang kişand ku konferasn bi tenê ji mijara "ewlekarî û Garantiyan" pêk nayê, hemû sernavên bingeh ên mizakereyên Qibrisê yek û yek tên mizakerekirin û wiha got: "Hetanî ku di hemû mijaran da mitabaqat neyê kirin ew ê were wê meneyê ku di tu mijarekê da mitabaqat nehatiye kirin."
- "Heke Eide daxuyaniyeke wisa dabe em vê rast nabînin"
Nûçegihanê AAyê pirsî ku Şêwirmendê Taybet ê Qibrisê yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Espen Barth Eide du roj berê li ofêsa Cenewreyê ji bo Konferansa Qibrisê got ku "şansa herî mezin ê lêbelê şansa dawîn nîne" gelo vê çito binirxînin, li ser vê Çavuşoglu wiha got:
"Eide hetanî îro di civînan da ji me ra û di daxuyaniyên li ser giravê da digot ev konferansa nihaî ye. Wek mayîn digot meneya wê tune ku pêvajoyê dirêj bikin. Wek mayîn sitratejiya dirêjkirinê bi tenê teqdîqa Rûman e"
Çavuşoglu got hemû lîstik û sitratejiyên Rûman dîtin û wiha got: "Heke Eide daxuyaniyeke wisa dabe em vê rast nabînin"