ÎDIR
Malbata Akan a ku li Îdirê dijî li bendê ne ku ki keça wan a xwendekara lîseyê ya difikirin ku 10 roj beriya niha ji malê hat revandin, xeberekê bistînin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin kes an kesên nasnameya wan ne diyar e ketin mala malbata Akan a ku li gundê Yuzbaşilara girêdayê navendê dijî.
Bav Îbrahîm Akan nîvê şevê şiyar bû û dît ku hemû deriyên mala wî vekirîne. Akan dît ku sindoqa li hêwanê jî bi bivir hatiye şikandin û bi gumana dizan li odeyan nêrî.
Akan çû odeya ku zarokên wî wir in û dît ku keça wî ya xwendekara pola dawîn a lîseyê Saniye Akan (16) di ciyê xwe de nîne. Malbatê li ser vê yekê agahî da hêzên ewlehiyê û ji keça xwe ya ku dikevin şikê ku ev 10 roj in hatiye revandin, hêviya xebereke xêrê ne.
Bav Îbrahîm Akan daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku di pistîniyekî de jî şiyar dibe.
Akan diyar kir ku di şeva ku keça wî hat revandin de bi xanim û 4 zarokên xwe re radizan û wiha axivî: "Ez bi şev qet şiyar nebûm. Her hal spreya xewê reşandin. Ez di pistîniyekê de jî şiyar dibim. Sindoq şikandine û li hin tiştan geriyane. Hemû derî vekirîbûn. Ba ketibû nav malê lê ez digel vê yekê şiyar nebûm. Ez dikevim şikê ku keça min hatibe revandin."
Akan da zanîn ku agahî dan hêzên ewlehiyê û digel ku ew jî ketin pey lê dîsa ji keça xwe tu agahî nesitandin.
Dê Sabîha Akanê jî got ditirsin ku tiştek hatibe serê keça wan.
Akanê got ku keça min keçeke serkeftî bû û wiha axivî: "Heke pirsgirêkek hebûya dê ji me re bigota. Tekane daxwaza min ew e ku ez cardin dengê keça xwe bibihîzim. Ez bizanim ku dijî besî min e."