Tirkiye

"Eşkere ye rejim li gor agirbestê hereket nake"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Li Îdlibê rejim li gor gavê ku me ji bona agirbestê avêt hereket nake"

Nihat Kavşut  | 17.01.2020 - Rojanekırın : 18.01.2020
"Eşkere ye rejim li gor agirbestê hereket nake"

Istanbul

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê geşedanên li Îdlibê da wiha got: "Ev rewş îspat dike ku rejim li gor gavê ku me ji bona agirbestê avêt hereket nake."

Erdogan nimêja înê li Mizgefta Hezretî Elî kir û peyra pirsên der barê rojevê da bersivand.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê geşedanên li Îdlibê diqewimin da got ev rewş îspat dike ku rejim li gor gavê ku me ji bona agirbestê avêt hereket nake.

Erdogan ji bona 3 eskerên li herêma Kaniya Aştiyê şehîd ketin got ku em ê bersiva vê bidin.

Serokomar Erdogan der barê Hafter da diyar kir ku bawerî bi vî zilamî nayê û got ku duh jî bombekirina li Trablusê domandin.

Erdogan diyar kir mijara Qanala Stenbolê mijara vî şexsî (Ekrem Îmamoglu) nîne û got ku em ji bona çêkirina Qanala Stenbolê biryardar in.

Serokomar Erdogan der heqê îdiaya ku CHPyiyan li ser guzergaha Qanal Stenbolê erazî û erse kirîne da got ku pereyê kê hebe erse dikire, ev zêde min eleqedar nake.

Erdogan der barê girtina Adil Oksuz da got ku heger bê qefaltin li Fîzanê be jî em ê bînin û çi hewce dike em ê bikin.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê nameya Ekrem Îmamoglu da got ku di nameyê da tiştên ku behs dikin tiştên ji wan cudatir hene, hewce nake ku ez eşkere bikim.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.