NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan bi Serokê DYAyê Obama re şeva din hevdîtineke kurt kir û di hevdîtinê de geşedanên li herêmê nirxandin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin şeva din Serokê DYAyê Barack Obama û xanima wî Michelle Obama resepsiyonek dan serokên dewlet û hikûmetan û xanimên wan û Serokomar Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan jî beşdarî resepsiyonê bûn.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê û rewşa herêmê sekinîn.
Ji aliyê din ve dan zanîn ku Serokomar Erdogan dê îro di Konseya Ewlehiyê ya NYyê de beşdarî rûniştina bi mijara "şervanên biyanî" ya ku dê di bin serokatiya Obama de bê kirin, be û wir axaftinekê bike.