Türkan Tosun
04 Tebax 2020•Rojanekirin: 05 Tebax 2020
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu daxuyand ji ber erdheja li Puturgeya navçeya Meletiyê îxbara xisarê nehat kirin û xebat li wir dewam dikin.
Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Di saet 12.37an da li Puturgeya navçeya Meletiyê bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû ku li gor agahiyên me ji Walîtiyê bi dest xist ji bo xisarê tu îxbar tune. Tîmên AFADê û cendirmeyên me lêgerînê didomînin."

Ji Walîtiya Meletiyê daxuyaniya der barê erdheja li Puturgeyê da
Walîtiya Meletiyê ragihand di erdheja ku navend navçeya Puturgeyê ye û mezinahiya wê 5,2 bû da kes nemiriye û birîndar nebûye.
Di daxuyaniya Walîtiya Meletiyê da hat diyarkirin navend navçeya Puturgeyê di saet 12.37an da bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû û wiha hat gotin: "Bi agahiyên ji mixtarên taxan hatine hildan û di encama lêkolînên ekîbên AFAD, ewlehî û cendirmeyan da hatiye tesbîtkirin ku ji ber erdhejê kes nemiriye û birîndar nebûye. Piştî erdhejê wezîfedarên Midûriyeta AFADê ya Meletiyê û Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Meletiyê ku çûne herêmê di avahiyan da dest bi xebatên tesbîtkirina xisarê kirine."

Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ragihand ku di saet 12.37an da navend Puturgeya navçeya Meletiyê bi mezinahiya 5,2yan erdhej çêbû.
Li gor agahiya ku li ser malpera AFADê hat dayîn erdhej 7,02 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye.
- Daxuyaniya walî û şaredarê Meletiyê
Waliyê Meletiyê Aydin Baruş der barê erdheja ku navend Puturge ye da ji nûçegihanê AAyê ra axivî û wiha got: "Ekîbên cendirme û AFADê bi taxan ra dikevin têkiliyê. Heta niha agahiyeke neyînî tuneye. Xebatên me didomin."
Şaredarê Bajarê Mezin yê Meletiyê Selahattîn Gurkan di daxuyaniya xwe da diyar kir ji bona xelkê Meletiyê derbasî be Û wiha axivî: "Li gor agahiyên ewil ku ji herêmê hatin qeyba can û mal tuneye."
Gurkan destnîşan kir ekîb li herêmê xebatên xwe didomînin.
- Li bajarên li derdorê hat hîskirin
Ji ber erdhejê li Meletiyê gelek kes ji mal û dikanên xwe derketin.
Wek mayîn erdhej li bajarên wek Diyarbekir, Batman, Elezîz, Sêrt, Kahramanmaraş, Adiyeman, Şanliurfa û Gazîentebê hat hîskirin.