Sevim Hatun
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 28 Nîsan 2017
ANKARA
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH)ê encamên teqez ên dengdayîna gel a bo guhertina zagona bingehîn a di 16ê Nîsana 2017an de hatibû kirin, eşkere kir. Li gor vê 25 milyon û 157 hezar û 463 hilbijêran got "erê", 23 milyon û 779 hezar û 141 hilbijêran got "na."
Serokê LBHyê Sadî Guven piştî civîna lijneyê encamên teqez ên bo guhertina zagona bingehîn eşkere kir.
Guven wiha axivî:
"Di encama dengdayîna gel a 16ê Nîsana 2017an roja yekşemiyê hat kirin de 25 milyon û 157 hezar û 463 kesan got erê, ev teqabulê ji sedî 51,41ê dike, lijneya me eşkere kir ku guhertina zagona bingehîn li ser navê miletê Tirkiyeyê hat qebûl kirin."