Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mustafa Elîtaş der barê Pakêta Ewlekariya Navxweyî da wiha got: "Em ê vê qanûnê derxin. Hetanî dawiya hefteya pêşiya me ew ê cihên ku lê hatine îtirazkirin, hefteya din jî tevahiyê wê yê temam be."
Elîtaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku yê piştî cihên ku lê hatine îtirazkirin di destê wan da 60 xalên der barê nifûsê da yên ku karên welatiyan hêsan bikin bimînin.
Elîtaş got wer difikire ku partiyên mixalefetê wê li dijî van xalan dernekevin û wiha axivî:
"Ku li dijî van derkevin dibe ku tiştên cuda jî bên kirin. Lê em wer difikirin ku partiyên mixalefetê wê li dijî van 60 xalan dernekevin. Em ê vê qanûnê derxin. Hetanî dawiya hefteya pêşiya me ew ê cihên ku lê hatine îtirazkirin, hefteya din jî tevahiyê wê yê temam be."
- Pêşnûmaya qanûna berhevkirî
Mustafa Elîtaş diyar kir ku ew ê pêşnûmayeke qanûnê ya berhevkirî jî bînin meclisê û ew ê di vê pêşnûmaya qanûnên berhevkirî da serastkirinên Pakêta Malbatê hebin û tê da xalên der barê hesabê cihêz, ji bo zara ewil 300 lîre, ji bo zara 2yan 400 lîre, ji bo zara 3yan jî 600 lîre hebin.
Elîtaş got ku wer pîlan dikin ku hetanî 5ê nîsanê tevahiyê van derxin.