DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê Weqfa Arîkariya Mirovahiyê, Azadî û Mafên Mirovan (ÎHH) Bulent Yildirim diyar kir mecbûr in ku ji bo pêvajoya çareseriyê hin biryaran bigirin û got: "Em mecbûr in ku rê nîşanî xwe, gelê xwe û hemû mirovahiyê bidin. Digel hemû hêzên serdest em divê pêngavên hiqûqî û siyasî biavêjin û Pêvajoya Çareseriyê pê bînin."
Sempozyuma "Li Rojhilata Navîn Kurd û Aştî" ya ku ji aliyê ÎHHyê ve li Diyarbekirê tê lidarxistin û dê du rojan berdewam bike bi axaftina Yildirimê Serokê Giştî yê ÎHHyê dest pê kir.
Yildirim qal kir ku îtifaqa kurd û tirkan dibe ku ji kaosa li Iraq, Sûriye û Lubnanê re jî çareseriyan derxîne holê û wiha axivî: "Qabîliyeta gelê Îslamê heye ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike. Dema me ev got, biryara xwe da û di vê de bi biryar bûn wê çaxê em dikarin ji xwe re çareseriyan bibînin. Lê belê kesên ku ji vê yekê aciz in hene. Ew jî hêzên serdest in dixwazin ku alema Îslamê parçe bibe û bikarin rehetî wê bi rê ve bibin."
Yildirim parast hewl didin ku li Rojhilata Navîn Îslamê û misilmanan xirab nîşan bidin û axaftian xwe wiha berdewam kir:
"Em dibêjin ku 'Em hatin bal hev, em mecbûr in ku ji bo Pêvajoya Çareseriyê hin biryaran bigirin.' Em mecbûr in ku rê nîşanê xwe, gelê xwe û hemû mirovahiyê bidin. Digel hemû hêzên serdest em divê pêngavên hiqûqî û siyasî biavêjin û Pêvajoya Çareseriyê pêk bînin. Em çawa ku dixwazin li Tirkistana Rojhilatê li dewleta Çînê perwerdeya ûygurî bê dayîn û divê em bikarin li erdnîgariya ku kurd wir dijîn jî perwerdeya kurdî biparêzin. Em tiştê ku em li Tirkistanê dixwazin divê em ji bo mirovên ku li Kurdistanê dijîn jî bikaribin bixwazin."
Yildirim qal kir ku li cihên curbicur ên dinyayê dîplomasiya mirovahiyê dikin, di hevdîtinên aştiyê yên bi vî awayî de bi tecrûbe ne û destnîşan kir dibe ku di pêvajoyê de hin xitimîn çêbin, lê vîna aştiyê girîng e.
-"Alî divê haj bi gotinên xwe hebin"
Yildirim diyar kir ku dê kesên ku piştgirî dan pêvajoya aştî û çareseriyê neyên jibîrkirin û got "Divê alî haj bi gotinên xwe hebin, tiştên ku hev rencîde dikin nebêjin. Aliyên vê pêvajoyê gel e, xelq e. Ev êdî ji ser partî û rêxistina re ye."
Yildirim bûyerên 6-7ê cotmehê şermezar kirin û bal kişand dibe ku di pêvajoya hilbijaritnê de bûyerên provokatîf biqewimin.
Yildirim wiha axivî: "Beriya ku hemû çalakiyên ku di vê pêvajoyê de tên kirin bixin sitûyê aliyekî, divê li serê bifikirin ka li paş wan kî heye. Dibe ku ev di tevahiya aliyên pêvajoya çareseriyê de tunebe, dibe ku di nav wan de klîk hebin. Dibe ku ji derve hin hêz midaxaleyê dikin."
Yildirim bangî saziyên civakî yên sivîl, çapemenî, cemaet û rîspiyan kir ku piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê û parast ku raçînka civakê Îslam e, bi derxistina girseyeke dijî Îslamê aştî nayê kirin.
Yildirim bi bîr xist ku qada mitîngê ya li Diyarbekirê di nav mehekê de 2 caran tijî bû û wiha axivî: "Em çawa rêxistinê û şaxa siyasî ya rêxistinê di van hevdîtinên aştiyê de nikarin înkar bikin, em nikarin hezkiriyên Pêxember, HUDA-Par û yên din jî înkar bikin, em nikarin alimên medreseyan înkar bikin."
Piştî axaftina Yildirim Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Dinyayê Prof. Dr. Elî Qeredaxî pêşkêşiyeke bi navê "Di Avakirina Aştiya Rojhilata Navîn de Rola Kurdan" pêşkêş kir.