Nihat Kavşut
02 Mijdar 2019•Rojanekirin: 03 Mijdar 2019
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu destnîşan kir endamên DEAŞê yên welatiyên dewletên biyanî piştî ku demekê li herêma Herekata Kaniya Aştiyê man wê bişînin welatên wan û wiha got: "Em ji bona endamên DEAŞê yên tu kesî otêl nînin."
Soylu li ATO Congresîumê Fuara Berhemdarî û Teknolojiyê ziyaret kir û piştî ziyaretê daxuyanî da rojnamevanan.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li ser pirsa "Tê gotin Hollandayê ji bona terorîstên DEAŞê yên welatiyên Hollandayê ku li Tirkiyeyê hatin binçavkirin pêvajoya derxistina ji welatîbûnê daye destpêkirin" got ku endamên DEAŞê yên li Resuleyn û Til Ebyadê hatine qefaltin qismek welatiyên Tirkiyeyê û qismek jî welatiyên dewletên biyanî ne.
Soylu destnîşan kir welatiyên dewletên biyanî birine herêma Herekata Mertalê Feratê û di girtîgehan da ne.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu destnîşan kir endamên DEAŞê yên welatiyên dewletên biyanî piştî ku demekê li herêma Herekata Kaniya Aştiyê man wê bişînin welatên wan û wiha got: "Dewletên biyanî hewl didin endamên DEAŞê ji welatîbûnê derxin û qebûl nekin. Em ji bona endamên DEAŞê yên tu kesî otêl nînin."