ANKARA
Serokê Lijneya Rêvebiriya Weqfa Pêşketinê ya Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Husamettîn Korkutata got: "Em dixwazin bila êdî hêsîr nebarin, zilm bi dawî bibe û edalet pêk bê. Welat bibe gulistan."
Lijneya Rêvebiriya Weqfa Pêşketinê ya Rojhilat û Başûrê Rojhilatê (DAKAV) li Enqereyê li ser pêvajoya çareseriyê paneleke bi navê "Pêvajoya Aştiyê û Jiyana Bihevre: Birûbarîhevketin, Lihevkirin û Lihevduhelalkirin"ê li dar xist.
Panelê bi videoyekê dest pê kir. Di videoyê de ji Qur'ana Pîroz ayeta 22an a Sûretê Rûmê hat xwendin, behsa biratî û aştiyê hat kirin. Di vîdeoyê de gotina nivîskar Yaşar Kemal a: "Dema ku çiya û mirov heta mirin jî westiyabe, helbesta herî xweş aştî ye." jî hat nîşandan.
Serokê Lijneya Rêvebiriya Weqfa Pêşketinê ya Rojhilat û Başûrê Rojhilatê (DAKAV) Korkutata axaftina ewil a panelê kir û got ku ew ji ber gava aştiyê pir bi kelecan e.
Korkutata helbesta Cahît Sitki Taranci a "Welatekî Dixwazim" xwend û wiha axivî: "Em dixwazin bila êdî hêsîr nebarin, zilm bi dawî bibe û edalet pêk bê. Welat bibe gulistan. Min bi salan di qada siyasetê de siyaset kir, lê ev cara ewil e ku ez wiha bi kelecan im, lewra ez jî bi we re bal bi aştiyê ve gavekê diavêjim."
Korkutata got ku ew wek DAKAV piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û wiha axivî: "Hikûmet, HDP û Ocalan bi hev re biryarek dan û bi biryar dixwazin ku aştî pêk bê. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got 'ev jehr be jî ew ê vê jehrê bixwe û got ku ew êdî destûrê nadin înkar, red û asîmilasyonê.' Herdu aliyan jî gavên girîng avêtin. Demekê me di meclisê de nikaribû peyva "kurd" jî bigota û divê mirov nankoriyê neke, ji wê rojê vir ve gavên gelekî girîng hatin avêtin. Bi ya min aştî wê bi awayekî girîng dewam bike."
Korkutata destnîşan kir ku divê maf û azadiyên ku bi aştiyê ve bên bidestxistin divê bi zagonê ve bên mihkemkirin û wiha dewam kir: "Divê her kes çi ji destê wan tê bike û ji bo pêşeroja zarokên me bixebite. Şer hêsan e, lê aştî zor e. Gelek berpirsyarî li vir dikeve li ser milê saziyên civakî ên sivîl."
Hîndekarê Zanîngeha Yildirim Beyazit û Serokê Enstîtuya SESAyê Prof. Dr. Bîlal Sambur jî destnîşan kir ku ev panel ji ber ku ya saziyeke sivîl e pir girîng e û wiha axivî: "Dinya cihê pevçûnan e û her roj li cihekî pevçûn çêdibin. Bi dehan rapor digihêjin NYyê. Lê divê em aştiyê pêk bînin, ne bi tenê ji bo zarokên xwe, ji bo jiyana xwe jî. Lewra ev girîng e. Heke aştî pêk neyê mirin û feqîrî wê bibe para me."
Avakerê Medreseya Şêx Sînan Şêx Muhammed Emîn Îlhan got ku heke menewiyata mirovan kêm bibe edalet jî ji holê radibe. Di medreseyan de fiqih, hedîs, tefsîr, siyer û ilmên din dihatin fêrkirin. Gel piştgirî dida medreseyan, dewletê tu piştgirî neda û wiha dewam kir: “Qur’an dibêje ku misilman birayê hevdu ne û heke navbera wan xirab bibe, navbera wan çêkin, divê em jî navbera birayên xwe çêbikin da ku pevçûn ji holê rabin. Seîdê Nûrsî wiha dibêje: 'Ji ber ku zimanê me yê dewletê tirkî ye, ev ziman wacib e, ji ber ku zimanê dînê me erebî ye, ew ferz e, ji ber ku zimanê me yê dayikê kurdî ye, ew jî caîz e.'"
Îlhan destnîşan kir ku 3 nîşaneyên sereke yên kurdan hene ku ew jî kurd bawermend in, xwedî îffet in û jîr û jêhatî ne û wiha dewam kir: "Ji ber ku kurd jîr in, divê ji bo aştiyê jî xwe jêhatî bikin û pir bixebitin."
Meleyê Mizgefta Mezin a Diyarbekirê Seyda Abdulvasî Yaz jî got ku Qur'an dibêje ku heke di navbera birayan de pevçûnek û nîqaşek çêbe navbera wan çêbikin û wiha axivî: "Niha pevçûn çêdibin lê misilman şûna ku serî li Qur'anê, suneta Pêxember û dîn bixin, diçin serî Ewropayê û Amerîkayê dixin. Heke me di serî de serî li Qur'anê bida bi ya min ev tişt çênedibûn. Divê mafê kurdan ê perwerdeyê û mirovahiyê hemû bên dayîn û aştiyeke mayînde pêk bê. "
Seyda Yaz got ku gelê kurd gelekî misilman e û dema ku pevçûnek çêdibe û di navbera mirovan de aştî tê çêkirin jî mirov ji bin Qur'anê derbas dibin û wisa bi hêsanî cardin pevçûn çênabin.
Dîrektorê Mafên Mirovan û Hiqûqê yê SETAyê Yilmaz Ensaroglu jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê şer û pevçûn şûna ku bi siyasetê ve bê çareserkirin her tim bi gavên leşkerî ve hatine çareserkirin û ev jî nebûye sedema aştiyeke mayînde.
Ensaroglu bal kişand ku divê mirov bingeha pevçûnê baş fêm bike û li gor wê rêyên çareseriyê bibîne û wiha axivî: "Komîsyonên rûbirû û heqîqetê divê hewl bidin ku mirov êş û elemên berê bi bîr bînin, ji van dersan derxin ku bila rûpelekî paqij ji bo pêşerojê bê vekirin. Heke wisa nebe, ders neyên hildan êş û pevçûn wê dewam bikin."
Ensaroglu got ku gel dixwaze Otêla Madimakê ya ku li Sêwasê hat şewitandin û Girtîgeha Diyarbekirê ya ku lê mirovan êşkence dît divê bibe mûze û wiha axivî: "Ev der bibin mûze û gel ji wan rojên xirab dersê derxe, têra xwe êşa xwe bijî, wê ji bo pêşerojê baştir tevbigere. Divê yên ku ev tişt kirine lêborînê bixwazin û divê mexdûr jî dev ji kîn û aciziya berdin û di rêya aştiyê de baş bimeşin."
Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Arîkarê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş jî ji bo bernameyê peyam şandin û gotin ku ev panel ji bo aştiyê pir girîng e.