Elif Orhan
21 Nîsan 2018•Rojanekirin: 22 Nîsan 2018
GAZÎANTEP
Edîtorên girêdayî Birêvebiriyên Weşana Nûçeyên Navneteweyî û Zimanên Dinyayê yên Ajansa Anadoluyê (AA) li navçeya Babê ya girêdayî Helebê ya ku di çarçoveya Herekata Mertela Firatê de hat rizgarkirin lêkolîn kirin.
Edîtorên ku li çar aliyê dinyayê Ajansa Anadoluyê temsîl dikin ji bo ku beşdarî "Civîna Edîtoran a Salane" bibin hatin Tirkiyeyê û di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Tirkiyeyê de Konteyner Bajêra Elbeyliyê ya li Kilîsê ya ku ji bo penaberên Sûriyeyî hat avakirin ziyaret kirin û ji Arîkarê Walî Omer Yilmaz der barê xebatan de agahî sitandin.
%2Faa-eeditor1.jpg)
Edîtor qada kampê geriyan û bi qursiyer û xwendekarên ku li dibistan û navendên perwerdeyê yên gel de perwerdeyê dibînin re hatin bal hev û pişt re derbasî Deriyê Sînor ê Çobanbeyê bûn û gihan navçeya Babê ya Sûriyeyê ta ku di çarçoveya Herekata Mertala Firatê de hat rizgarkirin.
Komê Girê Akîl a ku di dema herekatê de ji aliyê stratejîl ve girîng bû ziyaret kirin û dar çandin û wir bi Arîkarê Waliyê Gazîentabê û Serokê Navenda Kordînasyonê ya Arîkariya Mirovahiyê Şenol Esmer re hatin bal hev.
%2Faa-eeditor2.jpg)
Edîtor der barê xebatên ku li bajar hatin kirin de nêrînên xwe parve kirin û piştî ku bi nûnerên Meclisa Herêmî ya Babê re hatin bal hev li bajêr geriyan.
Waliyê Kilîsê Omer Yilmaz di axaftina xwe de qal kir ku Tirkiye ji bo penaberên Sûriyeyî û ji bo gumrahiya kesên ku li herêmên hatin rizgarkirin dijîn çi ji destê wî tê dike.
Arîkarê Waliyê Gazîentabê Şenol Esmer jî got ku ji roja ku Bab hat rizgarkirin vir ve hema bêje di her qadê xebat kirin û navçe wis axweş kirin ku dikarin lê bijîn.
%2Faa-eeditor3.jpg)
Esmer diyar kir ku li bajêr hêza polêsan a herêmî hat avakirin, meclisa herêmî ji bo pêşketinê xebat dikin û da zanîn ku ji bo ku xebatên ku tên kirin baştir ragihînin dinyayê peywirên girîng dikevin ser milên xebatkarên Ajansa Anadoluyê.
Edîtorên AAyê piştî têkiliyên xwe yên wir vegeriyan Kilîsê.