ANKARA
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) Sadî Guven daxuyand ku Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya Heyama 26emîn wê di 1ê sermaweza 2015an de çêbibe.
Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan biryar da ku hilbijartin car din çêbibe, LHB li hev civiya ku dîroka hilbijartinê eşkere bike.
Serokê LHByê Sadî Guven piştî civînê daxuyaniyek da û got ku piştî hilbijartina giştî ya 7ê hezîrana 2015an di nav 45 rojan de Lijneya Wezîran ava nebû û li ser vê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan biryar da ku hilbijartin car din çêbibe.
Guven got ku mafê LHByê heye ku 90 rojî kêm bike û wiha axivî: "Lijneya me ya Bilind îro civînek kir. Ji ber ku zivistan jî tê, lijneyê biryar da ku Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya Heyama 26emîn di 1ê sermaweza 2015an roja yekşemê de çêbibe."
Li ser pirsa 'Salnameya hilbijartinê wê kingê diyar bibe' got ku ew ê di nav 2 rojan de salnameyê eşkere bikin.
Guven got ku partiyên siyasî der barê salnameya hilbijartinê de rasterast tu îtîraz nekirine û wiha axivî: "Bi tenê partiyekî pêşniyar kir ku hilbijartin di 8ê sermawezê de çêbibe. Lê Lijneya Bilind rewşa demsalê ya li Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê da li ber çavên xwe û biryar da ku hilbijartin di 1ê sermawezê de çêbibe."