Nihat Kavşut
30 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2019
Hasan û Huseyîn Selê ji ber ku li Pendikê êrîş biribûn ser wesaîta ku jineke ducanî tê da bû û hatibûn girtin, hatin texliyekirin.
Di rûniştina ewil ya li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya 59emîn ya Anadolu da bersûc Hasan û Huseyîn Selê girtî û parêzerên wan û Yunus Emre Bahçivan, xanima wî Ayfer Bahçivan û parêzerê wan amade bûn.
Dadgehê ji ber hinceta delîlên bûyerê hatine bidestxistin û îhtimala bersûc birevin tuneye biryar da ku Hasan û Huseyîn Sel bên texliyekirin.