Doza 3 bersûcên ku ji ber kuştina Ozgecan Aslanê der barê wan de cezayê muebbetê tê xwestin li Salona Konferansê ya Dadgeha Tersûsê dest pê kir.
Şev bersûc Ahmet Suphî Altindoken ji girtîgeha Edeneyê, bavê wî Necmettîn Altindoken ji girtîgeha Gazîentabê û hevalê wî Fatîh Gokçe jî ji girtîgeha Osmaniyê anîn Dadgeha Tersûsê.
Ji çar aliyê Tirkiyê qasî hezar parezer wê beşdarî dozê bibin. Nunerên saziyên civakî yên sîvîl û welatî li der û dora dadgehê kom bûn. Welatiyên ku di destê wan de pankart û wêneyên Ozgecanê hene slogan avêtin.
Apê Ozgecan Aslanê Yaşasin Aslan jî beşdarî dozê bû.
Polêsan navê kesên ku beşdarî dozê bûn nivîsandin û çapemeniyê jî di salonê de cih girt.