VAN
Doza Şarederê Wanê Bekir Kaya jî di nêv de 13 bersûcên negirtî yên ku bi operasyonên KCKê de hatibûn girtin, didome.
Bekîr Kaya di operasyona 7ê hezîrana 2012an hatibû kirin de bi îthama "endamtiya rêxistİna terorî" hatibû girtin û 29ê adara 2013an de jî tehliye bibû. Rûniştina 5an a doza ku Bekir Kaya, şaredarên hin navçeyan û rayedarên BDPê dihat darizandin li 5. Dadgeha Cezaya Giran ya Vanê hat dîtin.
Ji parêzerên bersûcan Murat Tîmur di mehkemê de got ku berevaniya xwe ya li hember mutalaya der heqê esasê de, dê rûniştina din de bikin. Tîmur got ku piraniya muwekilên me şaredar in. Ji bo peymanên krediyê divê biçin welatên der ve. Ji ber vê yekê em dixwazin ku qedexeya derketina ji welêt ji bo hemû bersucan bê rakirin.
Parêzerên din jî diyar kirin ku berevaniya xwe dê rûniştina din de dê amade bikin. Wan jî xwestin ku rêbaza qontrola edlî ya li ser bersûcan bê rakirin.
Lijneya mehkemê biryara rakirina qedexeya derketina ji welêt ya hemû bersûcan da.