Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel ji xebatkarên Qereqola Rûmetê ya Silêman Şahê re peyam şand û got ku hûn bi tenê nînin, welatiyên Tirkiyeyê li pişta we ne û wiha pê de çû: "Guhê me li ser we ye û dilê me bi we re ye. Pê bawer bin ku dema ji we xeberek bê Hêzên Çekdar demildest ew ê li cem we bin."
Orgeneral Ozel ji bo xebatkarên Qereqola Rûmetê ya Silêman Şahê peyamek weşand.
Ozel dûpat kir ku xebatkarên qereqolê di demeke xeterdar de wezîfeya xwe bi layiqî anîn cî û ew ê ji îro şûnde jî bi serkeftî wezîfeya xwe bînin cî. Ozel got ez bawer dikim ku xebatkarên li Silêman Şahê yê bi serkeftî Hêzên Çekdar yên Tirkiyeyê temsîl bikin û heysiyet û rûmeta me biparêzin.
Ozel ji xebatkarên qereqolê xwest ku xwe bi tenê nehesibînin û got 76 milyon welatiyên Tirkiyeyê li cem we ne û wiha pê de çû: "Guhê me li ser we ye û dilê me bi we re ye. Pê bawer bin ku dema ji we xeberek bê Hêzên Çekdar demildest ew ê li cem we bin."
Orgeneral Ozel eyda xebatkarên ku li Qereqola Rûmetê ya Silêman Şahê dixebitin û malbatên wan pîroz kir.