VAN
Endamên rêxistina terorê bi zext û zordariyê ve dest didin ser makîneyên kar û bi wan ve "hendek"an vedikin û gelê herêmê ditirsînin.
Endamên YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê bi çekên lûledirêj û roketavêjan ve êrîşî ser lojman, avahiyên kamûyê û şaxên ewlehiyê yên li herêmê ne dikin û di demên dawîn de jî li navendên bajaran û rêyên ku bajaran bi hev ve girêdidin "hendek"an dikolin û bi vê tevgerê ve rêbazeke nû diceribînin.
Terorîstên ku bi darê zorê dest didin ser makîneyên kar, ji şaredariyên li herêmê ne re îxbarên derew dikin û kepçeyên wan dişînin cihê ku dixwazin lê hendekan bikolin. Bi vê rêbazê ve jî di ketina tax û rêyên sereke de hendekan vedikin û dixwazin planên xwe ji bo êrîşên nû bikin rewacê.
Hin caran jî hêzên ewlehiyê yên ku diçin herêmên lê hendek hatine vekirin rastî êrîşên terorîstan tên. Terorîst di wan hendekan de teqemeniyên ku hêza wan a hilweşandin û perçekirinê zêde ye bi cih dikin û di dema derbasbûna hêzên ewlehiyê de diteqînin.
Di êrîşên ku YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê li dar xistin de heta niha polêsek şehîd bû û 4 welatî jî mirin bi dehan kes jî birîndar bûn.
- Kepçeya şaredariyê bi kar anîn
Li Taxa Hecibekîr a Wanê terorîstên ku bi kepçeya Şaredariya Edremîtê ve hendek kolan û bi polêsan re şer kirin bi îxbara "mirî heye û divê gor bê vekirin" ve makîneya kar xesp kirin û pê hendek kolandin.
Di çarçoveya jêpirsîna der heqê bûyerê de ji bo Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Edremîtê U.C û amirê xerajê Î.K bi sûcên ku "endamên rêxistina terorê ne û bi zanayî alîkarî û piştgiriya rêxistina terorê kirine" biryara girtinê hat dayîn.
Terorîstên ku bi zor û zextê dest dabûn ser makîneyên kar û li Derbasoka Karabet a Baxçesaraya navçeya Wanê teqemenî bi cih kirin û di dema derbasbûna 2 wesayîtên bizirx ên polêsan de jî ew teqandin. Di êrîşê de tu tişt bi tu kesî nebû.
- Operatorê kepçeyê terorîst bû
Rêya Hekarî-Çukurcaya ku her tim bi teqîn, hendek û teqemeniyên li ber teqînê ne ve tê rojevê ev 4 roj e ku ji çûn û hatinê re girtiye.
Terorîstan bi makîneyên ku dest dane serê ve rêya di navbera Hekarî-Çûkûrcayê ku bi tevahî 80 kîlometre ye di kîlometreya 20î de hendek vekirin û teqemenî bi cih kirin. Bi van teqemeniyên bi dest çêkirine jî xelkê li herêmê ditirsînin.
Hêzên ewlehiyê ji bo ku rêya kesên ku li gund û navçeyên derdorê dijîn ji bo bikaribin biçin Hekariyê vebikin operasyonên xwe didomînin. Di çarçoveya operasyonan de hêzên ewlehiyê li nêzî Pira Şînayê terorîst Bariş Tekçeyê ku bi navê "Andok" tê zanîn û bi kepçeyê hendek dikola kuşt û 5 teqemeniyên ku hêza wan a hilweşandinê pir e jî îmhe kir.
Hêzên ewlehiyê hin hendekên li Îdil, Cizre û Silopiya navçeyên Şirnexê, Nisêbîna navçeya Mêrdînê, Farqîna navçeya Diyarbekirê, Sêrt, Wan û Hekariyê ku ji hêla terorîstan ve hatibûn vekirin, girtin û di dema xebatan de endamên rêxistina terorê bi çekên lûledirêj, kevir û molotofan ve êrîşî polêsan kir.
Ji ber hendekên ku li herêmê hatine vekirin gelê li wê derê him mexdûr e û him jî ditirse.