İbrahim Atmaca
07 Hezîran 2020•Rojanekirin: 08 Hezîran 2020
Wezaretê ji midûriyên tenduristiyê yên 81 parêzgehan ra ji bo guherandina teqwîma aşiyan nivîsek şand.
Li gor vê aşiyên zarokên pola 1emîn û 8emîn li ser pêşniyaza Lijneya Şêwirdariyê ya Pergala Parastina Bedenê di 3yê hezîrana 2020î da hat guherandin û wê êdî li Hekîmtiyên Malbatê werin kirin.
Di pola 1emîn a dibistana seretayî da doza 2yemîn a aşiya Sorik, Mîrkutok, Gurep (Kabakulak) û dozeke aşiya Dîfterî, Xeneqûtk, Tetanos û Felca Zarokan; di pola 8emîn da jî dozekek aşiya Tetanos û Dîfteriyê tê lêxistin.
Sepana nû wê di 1ê tîrmehê da dest pê bike.