ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya ku bi navê "di rêya xizmeta gel de" ya ku di televizyonan de hat weşandin de mijarên di rojevê de nirxand.
Serokwezîr Erdogan qala pîrozkirina 1ê gulanê kir û wiha got: "Daxwaza me ew e ku 1ê gulanê ji tundî û şer dûr, wek roja kedê, demokrasiyê û piştevaniyê bê pîrozkirin. Ez 'Roja Piştevanî û Kedê' ya hemû xebatkaran piroz dikim."
Serokwezîr Erdogan der barê hilbijartina Serokomartiyê de jî axivî û wiha got: "Xebatên me yên der heqê tesbîtkirina namzedê sekomartiyê de bi girîngî didomin. Înşallah di demeke kurt de em ê namzede xwe eşkere bikin. Em ê hilbijartineke wisa bikin ku 77 milyon welatiyên Tirkiyeyê bi dilgeşî beşdar bibin. Em destûrê nadin ku beriya hilbijartinê an jî piştî hilbijartinê tiştên nediyar derkevin holê. Em tu carî destûrê nadin ku Tirkiye û aborî di nav nediyariyê de bimînin. Înşallah Tirkiyeyê di vê hilbijatinê de jî dê xurt bibe û ber bi armancên xwe yê 2023an çend gava dîsa biavêje."
Erdogan bal kişand ser mijarên di rojevê de û wiha pê de çû: "Me peyama ku we bi hilbijartinên 30yê adarê ve ji me re şand rind fehm kir. Bawer bikin ku têkoşîna me ya li dijî rêxistin û çeteyên ku çavê xwe berê dahatûya me, yekîtiya me, biratiya me û hizûra me dane dê dewam bike. Em ê ji wan rêxistinên ku wek çovê navendên navneteweyî dixebitin û li dijî welatên xwe di tevgeran de ne teqez hesap bipirsin. Ev hesaba jî dê li gor hiqûq û demokrasiyê bê pirsîn. We ev destûr û telîmat di hilbijartinên 30yê adarê de da me. Hûn qet fikara nekin, em ê vê wezîfeyê bînin cih."
Serokwezîr Erdogan diyar kir ku welatiyan di hilbijartinên 30yê adarê de raya pêbaweriyê dane polîtîkayên karên derve, pêvajoya çareseriyê, veberhênanên li hemû dinyayê, polîtîkayên aboriyê ji ber vê yekê jî ev 12 sal in çito xebitîne dê dîsa wisa bixebitin.