ANKARA
Li ser daxwaza daxistinê ya Saziya Veraskirina Piyaseyên Vejenê (SVPV) şirketên belavker bihayê niftê ji nû ve nirxand.
Şirketên belavker di motorînê de ku dê ji îro û pê ve 6-7 quriş daxist.
Anegorî vê dê li Stenbolê bihayê motorînê 4,58-4,61 lîre, bihayê motorîna nesaf jî dê 4,64-4,67 lîre; li Enqereyê bihayê motorînê 4,58-4,60 lîre û bihayê motorîna nesaf 4,64-4,66 lîre; li Îzmirê jî bihayê motorînê 4,56-4,58 lîre û bihayê motorîna nesaf dê 4,62-4,64 lîre be.
Bihayê firotina perakende ya berên neftê li gorî bajaran û şertên reqabet û maliyeta şîrketên belavker di serê lîtreyê de çend quriş ferq dike.
Piştî ku SVPVyê ji şirketên belavker re nivîsek şand ji bo motorîna nesaf di 3 rojan de 2 daxistin hat kirin û daxistina di motorîna nesaf bi tevahî gihîşt 12-13an.