Biryar hat dayîn ku der barê doza li Diyarbekirê di xwepêşandanên bêdestûr ên di 6-7ê cotmehê yên ku bi hinceta DAEŞê hatin kirin de kuştina Yasîn Boru û 3 hevalên wî de 6 zarokên ku berê wan dabûne sûcê bên tehliyekirin.
Di rûniştina li Dadgeha Cezaya Giran a Zarokan a 1emîn a Enqereyê de zarokê girtî M.Dyê ku berê wî dabûne sûcê amade bû, zarokên ku li Diyarbekirê girtî ne F.G, Y.O, M.Î, F.K û A.K bi pergala bi dîmen beşdarî rûniştinê bûn.
Zarokên ku ji Diyarbekirê di dîmen beşdarî rûniştinê bûn gotin ku sûcdarkirinan qebûl nakin.
Dozgerê Komarê Yucel Oçkoymaz bi bîr xist ku di heman mijarê de doza der barê kesên temen mezîn de li Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn a Enqereyê ye.
Oçkoymaz got ku di nav dosyeyan de têkiliya fiîlî û hiqûqî heye û xwest ku delîl bên nirxandin û ji bo ku rastî derkeve holê dosyeyan bikin yek.
Oçkoymaz her wiha xwest ku girtîbûna zarokên ku berê wan dane sûcê jî berdewam bike.
Lijneya Dadgehê biryar da ji ber ku di nav wan de têkiliya fiîlî û hiqûqî heye ev doz û doza li Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn a Enqereyê bikin yek, lê di mijara yekkirinê de ji ber ku di navbera Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn a Enqereyê û Dadgeha Cezaya Giran a Zarokan a 1emîn a Enqereyê de îxtilafa nêrînê heye, ji bo ku vê îxtilafê ji holê rakin dosyeyê bişînin Daîreya Cezayê ya 5emîn a Dadgeha Mezin.
Lijneyê biryar da ku 6 zarokên ku berê wan dane sûcê jî bên tehliyekirin.
Di îdianameyê de tê xwestin ku zarok ji ber sûcên "bi hovane û eziyetê mirov kuştin" û "xirakirina yekîtî û bihevrebûna welêt" bên cezakirin.
Li Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn a Enqereyê jî ji ber heman bûyeran der barê 34 kesan de doz heye.
Dozan ji ber ewlehiyê ji Diyarbekirê neqlê Enqereyê kiribûn.