28 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
DIYARBAKIR
Di doza KCKya milê bajêr a PKKya rêxistina terorê ya ku li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê ji 18ê Kewçêra 2010an vir ve dewam dikir de, di nav de Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek, parlememnterê berê Hatîp Dîcle û Serokşaredarê berê yê Mêrdînê Ahmet Turk jî, 111 bersûcan cezayê hefsê xwar.
Ji 154 gumanbarên ku doza wan dewam dike jê derheqê Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek, parlememnterê berê Hatîp Dîcle û Serokşaredarê berê yê Mêrdînê Ahmet Turk jî, 111 bersûcan cezayê hefsê xwar. Derbarê 43 bersûcan de biryara berdanê hat dayin.
Bersûc Yuksek ji ber sûcê "kirina rêveberiya rêxistina terorê ya çekdar" 21 sal, Dîcle ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 9 sal, Turk ji ber sûcê "muxalefeta dijî qanûna bi jimara 2911ê" sal û 3 meh cezayê hefsê xwar.