01 Adar 2016•Rojanekirin: 03 Adar 2016
ÎSTANBUL
Di derbiya hefteya 23yemîn a Lîga Superê ya Spor Totoyê da Fenerbahçeyê 2-0 Beşiktaşê têk bir.
Di pêşbirkê da Fenerbahçe di deqîqeya 3yemîn da bi gola Volkan Şen 1-0 pêş ket.
Fenerbahçeyê di pêşbirkê da hewl da ku gola duyemîn biavêje û bi pozîsyonên Volkan Şen gelek caran çû ser reqîbê xwe, lê bi ser neketin.
Tîma Beşiktaşê jî di nîva ewil da li dijî reqîbê xwe ket parastinê û nîva ewil 1-0 qediya.
Di deqîqeya 82yan da fitbolîstê ji Portekizê Nanî bi pasa Ozan Tufan gol avêt û ferqê derxist 2yan.
Fenerbahçe bi vê encamê di derbiya hefteya 23yemîn a Lîga Superê ya Spor Totoyê da 2-0 Beşiktaşê têk bir.