ÎSTANBÛL
Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Tûran Çolakkadi li eywana Dadgeha Stenbolê daxuyanî da endamên çapemeniyê. Diyar kir ku ji ber bûyereke nexweş lazim e ku daxuyaniyekê bide û wiha dewam kir: "Di wê daxuyaniya ku ji aliyê dozgerekî ve hat belavkirin de agahiyên vir û derew hene."
Çolakkadi da zanîn ku li Dadgeha Stenbolê nêzî 200 dozger hene û ji wan her yek nikare li gor hişê xwe dest bi lêpirsîna bike û yan jî lêpirsînên ku dest pê kirine bide girtin û wiha dewam kir: "Ez û dozgerê lêpirsînê Mûammer Akkaş roja sêşemiyê hatin bal hev. Weke ku hûn jî zanin wî daxuyaniyeke dabû. Em bi salan e ku rê û rêzikên ji bo xebata dozgeran belav dikin. Car caran veguherîn tên kirin em wan jî wek pirtûkeke diweşînin. Li hemû dozgeran belav dikin û ji hemû midûriyetên ewlekariyê re jî dişînin. Pirtûka herî dawîn sal û nîvek berê hatiye weşandin lê rêzikên me yên nû di wê derê de nînin. Wek ku me duh bi çapemeniyê re parve kir heke bûyerek gel eleqedar bike lazim e dozger ji serdozger û yan jî ji cîgirdozger re bibêje. Yan divê têlefon bike û yan jî bi faksê wî jê haydar bike. Yanî dema ku ev neyê kirin û her kes li gor hişê xwe tiştekî bibe ev yek dê bibe sedema aloziyê."