ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê teklîf da Wezareta Parastinê ya Neteweyî û xwest ku bila destpêka dema leşkeriyê ya ku dê bibe 12 meh bila di 1ê Adara 2014an dest pê bike.
Serokatiya Sererkaniyê di malpera xwe ya înternetê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dema leşkeriyê hat bibîrxistin û hat gotin ku der barê daxistina dema leşkeriyê ya ku ji 15 mehan dadixe 12 mehan de xebat hatiye kirin.
Serokatiya Sererkaniyê diyar kir ku tedbîr hatine hildan û dê wan tedbîran bi hikûmetê re jî bê parve bikin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Me Wezarata Parastinê ya Neteweyî agahdar kir û teklîf da ku bila dîroka destpêkê bibe 1ê Adara 2014an."