Elif Orhan
30 Mijdar 2017•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2017
ANKARA
Serdogzeriya Komarê ya Enqereyê li ser serlêdana şirketa LTD. a Bellwayê der barê transfera pereyê ya derveyî welêt a ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di komcivîna partiya xwe de ya di 28ê sermawezê de îdia kir de lêpirsîn da destpêkirin.
Di daxuyaniya ku ji serdozgeriyê hat dayîn de ev hatin gotin:
"Di 28ê sermaweza 2017an de Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya di koma TBMMê de îdia kir ku bêûsul pere transferê şirketa bi navê Bellway LTD. û ya ku li derveyî welêt fealiyetan dide û îdia kiribû ku der heqê vê de peyamên swîft û dekont hene û rayedarê şirketa navborî jî diyar kir ku belge sexte ne li ser vê yekê Serdozgeriya me ya Komarê ya Enqereyê lêkolîn da destpêkirin.
Ji Navenda Giştî ya CHPê hat xwestin ku hemû belgeyên der barê mijarên ku tên îdiakirin bişînin Serdozgeriya Komarê û vê yekê jî di çarçoveya madeya 332yemîn a CMKê de nivîskî hat xwestin."