Elif Orhan
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 24 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê Eren Erdemê Parlementerê CHPê de ji ber agahî û daxuyaniyên wî yên duh ên ku li qenalekî televîzyonê de dan lêpirsîn da destpêkirin.
Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya agahî û daxuyaniyên Erdem ên ku duh bi telefonê beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û dan de lêpirsîn da destpêkirin.
Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê Eren Erdemê Parlementerê CHPê yê ku Rêveberê Giştî yê Rojnameya Karşi yê heyamê bû de ji ber ku qeydên dengê yên dereqanûnî yên di teşebûsa derbeyê ya 17-25ê kanûna pêşîn de weşand bi daxwaza heta 22 sal cezaya hepsê îdianame amade kiribû. Mehkemeya Cezaya Giran a 35emîn a Stenbolê biryara qebûlkirina îdianameyê dabû û der heqê Erdem de qedexeya derketina derveyî welêt derxistibû. Erdem heman rojê ji bo ku biçe Almanyayê hatibû Balafirgeha Ataturkê lê ji ber qedexeya derketina derve ya der heqê wî de nekarîbû ku derkeve derveyî welêt.