ERZURUM
Li Palandokena navenda xweşiqitandinê îsal berf zêde neket û ji ber vê yekê karsazên otêlan bi berfa derewîn pîstên xweşiqitandinê çêkirin. Palandoken li Tirkiyeyê ji bo xweşiqitandinê navendeke girîng e.
Li pîstên Çiyayê Palandokenê qalindiya berfê ji 20 santêmî kêmtir e û ji ber vê yekê karsazên otêlan bi berfa derewîn ve pîstên şiqitandinê çkirin û muşteriyên wan bi şev xwe dişiqitînin.
Otêla Xanadu Snow Whiteê pîsta xwe ya ku dirêjaya wê 12 kîlometre ye bi berfa derewîn amade kir û demsala xweşiqitandinê vekir.
Midûrê giştî yê otêlê Murat Altug Kargi diyar kir ku sala par mêvandariya 35 hezar kesî kirine û wiha axivî:
"Me demsala xweşiqitandinê ya li Tirkiyeyê bi xweşiqitandina şevê ve da destpêkirinê. Li gorî sala par îsal me 5 roj pêşta demsal vekir. Armanca me ew e ku em her sal demsala xweşiqitandinê di 1ê çiriya paşîn de vekin. Dirêjahiya pîsta me sala par 8 kîlometre bû me îsal pîsta xwe 4 kîlometre dîsa dirêj kir û dirêjahiya wê bû 12 kîlomtre. Li Tirkiyeyê ji bo xweşiqitandinê navenda herî baş ya Erziromê ye. Pîstên ku li Palandoken û Qonaxê ne li cihekî din tunin."