Qaymeqamê Surucê Abdullah Çîftçî der barê ragêşiya li sînorê Sûriyeyê de wiha got: "Dem dema şow û pêşandanê nîne. Di demeke ku her kes bi dil û can sefer bûye û alîkariyê dide de ez bawer dikim ku heqê tu kesî tuneye ku xwe pêşandanê bike."
Qaymeqam Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Komara Tirkiyeyê destê xwe yê bişewqet daye kurdên ji Sûriyeyê yên ku ev hefteyeke di tengasiyê de ne.
Çîftçî destnîşan kir ji ber ku ewledar e, di demeke kurt de bi hezaran kesî xwe sipart Tirkiyeyê û saziyên dewletê ji bo alîkariya mirovahiyê seferber bûne û bi şev û bi roj dixebitin.
Çîftçî got ku ew ji aliyekî ve dixebitin ku hewcedariyên penaberan bibînin lê belê ji aliyê din ve hin kom dixebitin ku li ser xeta sînor ragêşiyê derxin û ew jî ji ber vê yekê gelekî ber xwe dikevin.
Çîftçî got hin kom dixebitin ku amûrên alîkariyê negîhîje kurdên ji Sûriyeyê û wiha axivî:
"Mixabin hin komên ku dibêjin 'em ji bo gelên herêmê dixebitin' pirsgirêkan derdixin û dibin asteng ku em amûrên aliîkariyê negihînin penaberan. Em niha alîkariyê didin 130 hezar kesî lê belê li hemberî me hin kom pirsgirêkan derdixin ku em xizmetê nedin penaberan. Cendirme û polêsên me ji aliyekî ve ewlehiya penaberan tînin cî, qeyda wan digrên û wana neqil dikin, ji aliyê din ve jî li dijî kesên ku dibêjin 'em Kobanêyê diparêzên' û pirsgirêkan derdixin û nahêlin em bixebitin têkoşînê didin. Dibê hemû Tirkiye bibîne ku rewş çiqas wehîm e. Ji aliyekî ve dewlet dixebite ku alîkariyê bide 130 hezar kesî ji aliyê din ve hin kes ji bo xwepêşandanê li vê derê ne. Dem dema şow û pêşandanê nîne. Di demeke ku her kes bi dil û can sefer bûye û alîkariyê dide de ez wek Qaymeqamê Surucê dibêjim ku heqê tu kesî tune ku li vê derê xwepêşandanê bike."
Çîftçî bangî hemû welatiyan kir û got, kesên ku dixwazin alîkariyê bidin kurdên ji Sûriyeyê bila bi saziyên dewletê re têkevin têkiliyê.