Serokwezîr Ahmet Davutoglu ku wek Serokê Heyamê yê G-20ê beşdarî civînên Forûma Aboriya Dinyayê ku li Davosa bajaroka Swîsê hatin lidarxistin bû û di 3 rojan de gelek hevdîtinên dualî kir û pir xebitî.
Davutoglu di çarçoveya bernameya xwe ya li Davosê de tevlî damezranêr û Serokê Forûma Aboriya Dinyayê Klaûs Schwab beşdarî civîna "Vîzyona Tirkiyeyê ya G-20ê" bû û ji bilî vê jî gelek hevdîtinên dûalî kir.
Serokwezîr Ahmmet Davutoglu di civînên roja ewil a forûmê de bi Serokê Dewleta Ukraynayê Petro Poroşenko, Alîkarê Serokwezîrê Awistiryayê Reînhold Mîtterlehner re hevdîtin kir û di şîvê de jî bi rûspiyên ereban re hat bal hev.
Di roja duyemîn a forumê de jî Davutoglu bi Serokwezîrê Fînlandiyayê Alexander Stûbb, Serokwezîrê Gurcistanê Iraklî Garîbaşvîlî, Serokwezîrê Sirbîstanê Alexander Vûcîc, Serokwezîrê Malezyayê Dato' Srî Najîb Tûn Abdûl Razak, Serokwezîrê Kazakistanê Karîm Massîmov, Serokwezîrê Zelandaya Nû John Key û bi Qralê Urdunê 2. Abdûllah re yekoyek hevdîtin kir.
Di sêyemîn roja forûmê de jî bernameya Davutoglu dîsa vala nebû û bi Wezîrê Aborî û Bazirganiyê yê Qatarê Sheîkh Ahmed bîn Jassîm Al Thanî, Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schûlz, Serokê Lineya Giştî ya NY Vûk Jeremîc re hevdîtin kir.