HEWLÊR
Hat ragihandin ku DAEŞê bi xaza klorê êrîşî pêşmergeyên li eniya Mexmûr-Guwera li Mûsilê kir.
Fermendarê Pêşmergeyan ê li eniya Mexmûr-Guwerê Ziryan Şêx Wesanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ber destê vê sibehê li gundê Telerîmê bi xaza klorê êrîşî pêşmergeyan kirin û 3 pêşmerge birîndar bûn."
Wesanî diyar kir ku di meha dawîn da êrîşên kîmyewî yên DAEŞê zêde bûn û wiha got: "DAEŞ ji bo ku eniya Mexmûr-Guwerê têk bibe hewl dide. Di heyama dawîn da bi topên hewanê êrîş dikin û di nav topên hewanê da madeyên kîmyewî hene."
Misteşarê Ajansa Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destnîşan kiribû ku li ser rêya Tel Afer-Mûsil-Şingalê pêşmerge rastî êrîşên kîmyewî yên DAEŞê hatine. Barzanî diyar kiribû ku ji cil û bergên pêşmergeyan perçe şandina laboratuvareke li Ewropayê û derketibû holê ku li ser cil û bergan madeyên kîmyewî hene.