Filit Gülelçin
08 Hezîran 2021•Rojanekirin: 09 Hezîran 2021
BÎTLÎS (AA) - Şaredariya Bajaroka Golbaşiya ser Norşîna navçeya Bitlîsê ji bo paqijkirina coyên avê xebat da destpêkirin.
Bi havînê va heyama avdanê jî dest pê kir û tiştên ketibûn coyên avê ji alî ekîba şaredariyê va hatin paqijkirin.
Li bajarokê coyên nû yên avdanê jî tên vekirin û kêmasiyên yên berê jî tên temamkirin.
Şaredar Mehmet Avunç daxuyanî da rojnamegeran û got ku ji bo welatî zehmetiyê nekişînin wan dest bi vê xebatê kir û wiha domand: "Bila bikaribin bi rihetî zeviyên xwe av bidin. Ekîbên me wê bi makîneyên kar va wan coyên avê paqij bikin."