01 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2016
ANKARA
Hin ciwanên kurd ji ser malpereka înternetê li dijî kesên ku li hin navçeyên Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hendekan dikolin, dest bi kampanyaya "Êdî Bes e"yê kirin.
Di çarçoveya kampanyayê de ji wan ciwanan hat xwestin ku bila "Pêşeroja xwe ji bo hendekan feda nekin" û bi taybetî ev peyam tê dayîn.
Emrah Înançê kampanyaya "Êdî Bes e-Artik Yeter"ê vekir daxuyanî da nûçegihana AAyê û bangî wan ciwanên kurd ên ku tevlî bûyerên terorî dibin kir û ji wan pirsî: "Ev hendek ji bo parastina mafên kê ne?"
Înanç diyar kir ku ji aştî û aramiyê pir bawer kirin û pê şabûn lê ya wan di dilê wan de ma û wiha dewam kir: "Ev hendek ji bo wan ciwanên kurd ên ji Diyarbekirê ku ji aştî û aramiyê wisa bawer kiribûn û pê şa dibûne ji bo kê ne? Ji bo kê ne ev hendek û barîqat? Hê wê çend malbat bê mal, çend bav bê kar û çend zarok bê dibistan bimînin? Ewê çend ciwan heyata xwe bi qûrbana hendekan bikin? Welleh êdî bese bîlleh êdî, em êdî aciz bûne."
Înanç bangî ciwanên ku hendekan dikolin kir û got: "Pêşeroja xwe ji bo hendekan feda nekin, heyfa we, malbat û cîranên we ye."