ANKARA
Di serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de li Avahiyê Fermî ya Serokwezîrtiyê Civîna Ewlehiyê hat kirin.
Civînê qasî saetek û 40 deqîqe ji çapemeniyê re girtî dewam kir.
Alîkarên Serokwezîr Bulent Arinç û Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Fermandarê Hêzên Bejayiyê Hulusî Akar, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Abdullah Atay, Serokê Duyemîn ê Sererkaniyê Yaşar Guler, Musteşarê Serokwezîrtiyê Kemal Madenoglu, Musteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu, Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Serşêwirmendê Karên Derve yê Serokwezîrtiyê Kemal Okem û Sermuşawirê Serokwezîrtiyê Taha Ozhan beşdarî civînê bûn.