ANKARA
Lijneya Wezîran dê di bin serokatiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de bicive. Di civînê de "Xebata Serokatiya Sererkaniyê" ku dema leşkeriyê kêm dike dê bê axaftin û ji bo leşkeriyê dê dem bê diyarkirin.
Wezîrê Parastinê ya Neteweyî Îsmet Yilmaz çend roj berê diyar kiribû ku Xebata Serokatiya Sererkaniyê dê roja duşemê di Lijneya Wezîran de bê axaftin û li gor wê ji bo leşkeriyê dem dê bê diyarkirin.
Tê plankirin ku dema leşkeriyê ji 15 mehan kêm bibe û bibe 12 meh.