ŞIRNAK
Bûyerên ku li Cizreyê qewimîn bandoreke neyînî li ser ticaret û jiyana civakî ya li navçeyê kir.
Ji Cizreyê koç kirin
Li Cizreyê di bûyerên ku derketin da 7 kes mirin û car caran li navçeyê rageşî dewam dikin. Ji ber bûyeran hin malbatan ji navçeyê koç kirin û hin malbat jî ji taxên wek Sûr, Nûr û Cûdî ku lê bûyer derketin, çûn semtên din ên navçeyê.
Bi pêvajoya çareseriyê aboriya navçeyê ber bi başiyê va diçû, lê piştî bûyerên dawîn li navçeyê rewş xera bû. Ji ber bûyeran esnafên li navçeyê car caran dikanên xwe digirin.
Li navçeyê esnaf nikarin ticaretê bikin û bihayên avahiyan jî li navçeyê ji sedî 40ê erzan bûne.
"Banke daxwazên kredîyê dane sekinandin"
Serokê Odeya Pîşesazî û Ticaretê ya Cizreyê Suleyman Çagli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku me ji bo çêkirina otêleke mezin serî li bankeyê da, lê daxwaza me ya krediyê dane sekinandin.
Çagli destnîşan kir ku em nikarin kredî wergirin û nikarin ji teşwîkan îstifade bikin û wiha got: "Me belgeya teşwîkê wergirt, lê em nikarin biemilînin. Ji ber bûyeran banke herêmê ewle nabînin. Em nikarin kredî bistînin."
Bandoreke neyînî li ser veberhênan çêbû
Çagli got ku li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Cizreyê sala par 25 proje eleqeyeke mezin dît û wiha dewam kir: "Ji van projeyan 6 fabrîqe hatin çêkirin. Lê projeyên din jî dewam dikin. Ji ber bûyeran fîrma xebatên xwe dan sekinandin. Lewra nikarin kredî wergirin. Hin fîrma çûn Entabê."
"Em nikarin çêkên xwe bidin"
Ji esnafan Mîrza Yaneş destnîşan kir ku ji ber bûyeran em nikarin ticaretê bikin û ji sedî 70-80 di ticaretê da daketin heye û wiha got: "Ji ber vê jî esnafên li navçeyê dikanên xwe digirin. Em nikarin çekên xwe bidin."
Zêrfiroş Sadik Coşkun jî diyar kir ku li gor sala par ticareta li navçeyê daket û wiha got: "Berê dawiyê hefteyê tim dewet hebûn. Niha ew jî tuneye. Çend esnaf ji navçeyê çûn. Bila êdî aştî were û çareseriyek çêbe. Ji navçeyê cinaze radibin û esnaf dikanên xwe digirin. Êdî sebra me nemaye."
Cengiz Tatar jî destnîşan kir ku hin malbat ji navçeyê koç dikin û xaniyên xwe difiroşin û wiha got: "Bihayê erse û xaniyan ji sedî 40 kêm bûye. Lê dîsa jî kes nakire. Malbatên ku derdikevin malên xwe difiroşin."